Hindistanê ji ber rageşiya Hurmuzê kirîna petrolê ya ji Iraqê rawestand

Bi zêdebûna êrişên li ser tankerên bazirganiyê yên li Tengava Hurmuzê, Indian Oil Corp. (IOC) û Mangalore Refinery & Petrochemicals ku ji şîrketên parzûngehê yên herî mezin ê Hindistanê ne, veguhestina petrola xav a ji Iraqê rawestand.

Ajansa nûçeyan a Reutersê derbarê rawestandina kirîna petrola Iraqê ya ji aliyê Hindistanê ve agahiyên nû parve kirin. Ajansê ragihand ku Saziya Neftê ya Hindistanê karên barkirina keştiyên neftê li deryagehên Besrayê betal kirine. Çavkaniyê ragihand ku ev rawestandin û betalkirin bi girtina Tengava Hurmizê û şerê di navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îranê de ve girêdayî ye.

Hate diyarkirin ku şîrketa parzûnkirinê ya hikûmî ya Hindistanê ku wekî “Mangalore” tê naskirin, hemû peymanên xwe yên kirîn û hawirdekirina petrola Iraqê betal kirine.

Her wiha Hindistanê xwediyên keştiyan hişyar kirine ku ji ber xirabûna rewşa ewlehiyê û gurbûna aloziyan, bi tu şêwazî nêzîkî Tengava Hurmizê nebin.

Hêjayî gotinê ye ku di sala 2025’an de, nêzîkî %20’ê tevahiya petrola hawirdekirî ya Hindistanê ji aliyê Iraqê ve hatibû dabînkirin. Ev yek jî bibû sedem ku Iraq bibe yek ji bihêztirîn dabînkerên petrola xav ji bo wî welatî.